Îro gotin a Newrozê ye êdî…
Îro gotin a agir e; ew agirê di efsaneyeke ku bi hezaran salan berî niha de, ji bo banga berxwedan û azadiyê hatiye vêxistin…
Îro gotin a cejna Newrozê ye; ew cejna wan mirovên ku di deryaya rengên kesk, sor û zer de bûne pêlên agirîn…
Îro gotin a cejna berxwedanê ye…
Kawa yan jî Dehaq, ew taybetiyên wan ên ku ji destanan re bûne mijar rast in gelo?
Dema ku em li wateya efsaneyê ya ku xwe dispêre vegotinan, a di nava jiyana civakî ya miletekî de pêk hatiye dinêrin, tu girîngiya vê pirsê namîne bi rastî. Realîteya civakî ya ku ji efsaneyê ber bi îro ve tê, Newrozê, ji çeperên “çîrokek zemanê berê” derdixe, tîne datine meydana roja me ya îroyîn û kaneya ku wê dide jiyandin destnîşan dike.
Yanî xwe bispêre bi sedsalan berî niha jî, bi riya vegotinê gihiştibe roja me jî, îro hê jî di efsaneyê de aliyekî wê yê dijî heye.
Aliyê Newrozê yê dijî ev e.
Kawayê Hesinkar, bi agirê ku pêxistibû ji bo “roja nû”, ji bo azadiyê bangî mirovan kiribû. Ango, mirov vexwendibûn jiyaneke azad.
Tişta bû sedem ku berxwedana Kurdan Newroz gihand roja me jî, a ev lêgerîna azadiyê, ev têkoşîna azadiyê ye.
Êdî rengên kesk, sor û zer ên ku wan qadan rengareng dixemlînin wekî çîçekan…
Agirên ku tên vêxistin, govend û tilîlî…
‘Beyankirina îradeya’ der barê nasname û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.
Newroz, rewşa daketina qadan a nasneya gelê Kurd e êdî.
Demirci Kawa jî navê wê temarê ye ku wê Kurdan bi hemû gelên herêmê re di nav heman çemî de bîne bal hev, giyan bide kedkaran û her tim dijî zilmê biherike.
Tişta pergala ku Kurdan tune dihesibîne wekî ‘çareserî’ nîşan dide jî bi çi awayî dibe bila bibe, ziwakirin û qutkirina vê temarê ye.
Newroz, berxwedana li dijî vê yekê ye.
Çalakbûn û wêrekî, bêhnfirehî û bi xwe bawerbûna mezin…
Em aştiyê dixwazin lê nasnameya xwe jî…
Ger hûn dikarin çareser bikin pirsgirêka Kurd çareser kin, lê hûn nikarin me belav bikin…
Û hûn me neçarî sedeqeyê bikin jî, hûn nikarin wijdana me ya serî hildaye bikirin.
Tişta ku di Newrozê de tê gotin ev e…
Ev dengê mirovê berxwedêr e…
Guh bidin vî dengê ku dike qêrîn…
Kîjan ‘çareserî’ dibe bila bibe, kîjan nîqaşa ‘makeqanûna nû’ dibe bila bibe, yên ku vê reaîleteya Kurd a bûye Newroz nebînin, wê nekarin tu tiştekî bikin.
Hewldana wan wê bi kêrî tu tiştekî neyê.
Hê jî yên ku vê rastiya bi salane qadên Kurdan bi agirê Newrozê vedibêjin fêm nekiribin hebin, îro bila careke din bala xwe bidin Amed û Kazlıçeşmeya Stenbolê.
Bila bala xwe bidin wan qadan ku reng bi reng hatine xemilandin.
Deryaya rengên kesk, sor û zer; û pêlên agirîn…
Bila bala xwe bidin cejna mirovên berxwedêr…
Yên mayî jî jixwe Newroz vê nîşan bide…
Bi zimanê xwe…
Bi zimanê berxwedanê…
Gelek şikur ku,
Mirov, hê li ber xwe dide…
Silav li berxwedanê be!
Berxwedana Newrozê Pîroz be!
Werger (Kürtçeye çeviren): Dawud Rêbiwar
Evrensel